Ji bo Kurdan, zimanê Kurdî di nava sedsala dawî de bûye qada sereke ya berxwedanê.
Zimanê Kurdî tevî hemû zaravayên xwe mîna pireke parçeyên Kurdistanê û Kurdên derveyî welat bi hev ve girê dide.
Tevî ku bi dehê salan Kurdî hat qedexekirin û wekî “Zimanekî tune” hat hesibandin.
Kurdan bi saya dengbêjî, çîrok û jiyana rojane, zimanê xwe parastin.
Lê di dîrokê de heta roja îroyîn zimanê Kurdî rastî gelek qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê hatiye û hêj jî tê.
15`ê Gulanê bûye Cejna Zimanê Kurdî
Pîrozkirina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî ji bo parastina hebûna Kurdî li hemberî windabûnê bersivek e.
Di sala 2006an de, saziyên Kurdî bi boneya salvegera destpêkirina weşana Kovara Hawarê 15ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” ragihand.
Li gorî raporên UNESCO û lêkolînên zimannasî, Kurdî di bin xetereyeke mezin de ye.
UNESCO: Kirmanckî di bin xetereyê de ye
UNESCO di “Atlasa Zimanên Cîhanê yên di bin Xetereyê de” de zimanê Kurdî wiha dabeş dike: “Kirmanckî (Zazakî), bi fermî wekî zimanekî ‘Di bin xetereyê de’ tê qebûlkirin.
Lêkolînên ku li gorî raporên Rawest Researh li ser zimanê Kurdî li bajarên mezin ên wekî Amed, Stenbol û Îzmirê hatine kirin, nîşan didin ku; Nifşê Kal û Pîran %90-95 bi Kurdî diaxivin.
Nifşê Navîn (Dê û Bav) %50-60 bi Kurdî diaxivin, lê bi zarokên xwe re zêdetir bi Tirkî diaxivin.
Nifşê Nû: Rêjeya axaftina Kurdî di nava zarokan de daketiye binê %10-15.
Rêjeya Axaftina Kurdî:
Nifşê Kal û Pîran : %90-95
Nifşê Navîn (Dê û Bav) : %50-60
Nifşê Nû: : %10-15
Nebûna Perwerdehiya Fermî ya Kurdî dibe sedem ku Kurdî tenê wekî “zimanê malê” bimîne û di qadên zanist, huner û aboriyê de pêş nekeve.
Bi koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve, Kurdî cihê xwe dide zimanê serdest Tirkî, Erebî yan Farisî û asîmîlasyona bajarvaniyê pêş dikeve.
Bandora Medyayê weke televizyon, înternet û torên civakî bi giranî bi zimanên serdest in, ku ev yek bandoreke rasterast li ser hişmendiya zarokan dike.
Daxwaz tê kirin Kurdî bibe zimanekî fermî
Îro, her çiqasî ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bang tên kirin jî lê hêj perwerdeya zimanê dayikê ne qanûnî ye û gelê Kurd, Zimanzan û saziyên zimanê Kurdî di her 15ê Gulanê de banga “Xwedîderketina li Ziman” dikin.
Her wiha ji bo Zimanê Kurdî nebe zimanekî tenê di pirtûkan de mayî wiha dibêjin: “Parastina Zimanê Kurdî, parastina mirovahiyê ye.
Divê li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û her wiha wêje û hunera Kurdî bişopînin.
Di heman demê de ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daxwazên xwe di her qadê de bînin ziman û zimanê Kurdî di teknolojî, medya û torên civakî de bi kar bînin.
Ji ber vê yekê divê hem Zimanê Kurdî bibe xwedî statu û divê di her qada jiyanê de bê pêşxistin.”
Îsal jî Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi diruşmeya “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” deklerasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin û daxwaza ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê Perwerdehiyê û fermî amedekirina qanûnî kirin û gotin:
“Heta ku zimanê Kurdî azad nebe, civaka Kurd jî nikare bi temamî azad bibe û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi ser nakeve.”