PSG cara 5'emîn li pey hev di Ligue 1'ê de bû şampiyon

Paris Saint-Germain di dîroka xwe de cara 14'emîn bû şampiyonê lîga Fransayê. Paris Saint-Germain di vê sezonê de şampiyoniya lîga futbolê ya Fransayê qezenc kir û di dîrokê de, ev bo cara 14'emîn ku lîgayê bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya 33'emîn a Ligue 1 de, PSG û tîma Lens hatin beramberî hev. 

Di maça li Stadyûma Bollaert-Delelis de, di deqeya 29'emîn de gola yekem ji hêla Kvaratskhelia ve hat avêtin.

Bi vê encamê nîvê yekem 1-0 bi dawî bû.

Di deqeya 90+3emîn de, Mbaye pêşengî kir û PSG bi serkeftina 2-0 ji qadê derket.

Bi vê serkeftinê, xwendekarên Luis Enrique pûanên xwe gihandin 76, ferqa hevrikê xwe yê herî nêz Lens bi 9 pûanan li dû xwe hişt.

Hîn hefteyek maye, tîma PSG'e bû şampiyon.

PSG di 14 sezonên dawî de 12 caran bû şampiyon

PSG cara 5'emîn li ser hev şampyoniya Ligue 1 qezenc kir. 

Tîma şîn-sor bi tevahî 14 caran şampiyonî bi dest xistiye. 

Paris Saint-Germain di 15 salên dawî yên futbola Fransayê de mohra xwe lê da û di 14 sezonên dawî de 12 caran şampiyonî qezenc kiriye.

Rahênerê Spanî 20'emîn kupa xwe bi dest xist û cara sêyemîn li ser hev bi tîma Parîsê re bû şampiyon.

Luis Enrique 3 şampiyonên Lîga Fransayê bi dest xistin

Luis Enrique di sezonên 2014-15 û 2015-16 de bi Barcelona re serkeftinên LaLigayê, di 2014-15 de Lîga Şampiyonên UEFA û di 2014-15, 2015-16 û 2016-17 de Copa del Rey bi dest xistine.

Luis Enrique di dema xwe ya PSGyê de, 1 Lîga Şampiyonan, 3 şampiyonên Lîga Fransayê, 2 Kûpaya Fransayê, 3 Kûpaya Super a Fransayê, 1 Kûpaya Super a UEFA û 1 Kûpaya Cîhanê ya kulubên FIFA'yê bi dest xistine.

PSG dixwaze cara duyem li dû hev kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest bixe

Paris Saint-Germain pir nêzîk e ku vê sezonê, serkeftina Lîga Şampiyonan jî bi dest bixe.

Tîma Fransî sezona borî di Lîga Şampiyonan de kupa qezenc kiribû.

PSG û Arsenal, wê di 30’ê gulanê de li Stadyuma Puskas, di maça fînalê de, werin beramberî hev.

 PSG, wê hewl bide ku di vê maçê de bi ser bikeve û kûpaya Ewropayê cara duyem û li pey hev bi dest bixe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye