Hikûmeta Yemenê û Hûsiyan rêkeftinek îmze kirin

Hikûmeta Yemenê ragihand ku wê bi Hûsiyan re, ji bo berdana hezar û 728 girtiyan, rêkeftineke nû îmze kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê şandeya hikûmeta yemenê ya ji bo dosyaya girtiyan Yihya Mihemed Kazman, îro li ser vê yekê daxuyaniyek li ser hsabê xwe yê X`ê belav kir.

Yihya Mihemed Kazman da zanîn ku rêkeftina ku hatiye îmzekirin, serbestberdana nêzîkî hezar û 728 girtiyan ji her du aliyan ve, dihewîne.

Li gorî daxuyaniyê, wê hejmarek ji endamên hêzên çekdar, hêzên ewlehiyê û hemû yekîneyên leşkerî û berxwedana gel, li gel hejmarek ji siyasetmedar û kesayetên medyayê, werin berdan.

Beriya niha jî, di sala 2023`yan de, di navbera her du aliyan de, peymanek hatibû îmzekirin û di encamê de nêzî 900 dîlgirtî hatin berdan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye