Di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, tevî axaftinên dubarekirî yên li ser rêyên dan û standinan û agirbestên demkî jî, şer û êrîşên esmanî li gelek eniyan berdewam dikin.
Herî dawiyê jî, Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko ragihand ku paytexta Ûkraynayê rastî êrîşeke "tundûtûj" a Rûsyayê hatiye.
Her wiha Şaredarê Kîevê piştrast kir ku di encama êrîşên hewayî û mûşekî de yên ku paytextê hedef digirin, li gelek deverên bajêr dengê teqînan hatiye bihîstin.
Rûsya: Aştî tenê wê bi çareserkirina sedemên şer re pêk were
Ji aliyê Rûsyayê ve jî, Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Shoygu tekez kir ku aştiya domdar li Ûkraynayê tenê bi çareserkirina hemî sedemên bingehîn ên destpêkirina pevçûnan, dikare were bidestxistin.
Her wiha Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê da zanîn ku li ser vê yekê, divê "Ûkrayna vegere prensîbên bêalîbûnê û çekên nenukleerî".
Di heman demê de, Sergey Shoygu serkeftinên ku Rûsyayê li ser axa Ûkraynayê bi dest xistine anî ziman û wiha got:
"Ji destpêka vê salê ve, hêzên Rûsyayê zêdetirî 1800 Km2 ji axa Ûkraynayê û zêdetirî 80 deverên niştecihbûyî rizgar kirine.
Navçeya Luhanskê bi tevahî hatiye rizgarkirin.
Li Donetskê, tenê ji %15 zêdetir erd maye ku were rizgarkirin."
Ev êrîş û daxuyaniyên dawî di demekê de tên ku hewldanên kêmkirina aloziyê û dan û standinên nerasterast ên di navbera Moskow û Kîevê de rawestiyane.
Heta niha jî, ti nîşaneyên zelal ên peymaneke nêzîk ji bo bidawîkirina şerê ku ji Sibata 2022yan ve dest pê kiriye tune ne.