Trump: Xameneyî yek ji xerabtirîn mirovên dîrokê ye û me ew kuşt

Serokê Amerîkayê Donald Trump, destnîşan kir ku mirina Xamineyî ji bo gelên Îran, Amerîka û cîhanê adil e. Donald Trump, anî ziman ku bombebarana giran, wê di tevahiya hefteyê de bê navber berdewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, televiziyona fermî ya Îranê, ragihand ku Elî Xamineyî hatiye kuştin.

 

Piştî ragihandina vê nûçeyê Serokê Amerîkayê Donald Trump peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand.

 

Trump, diyar kir ji bo gelê Îranê, ev "derfeta herî mezin" e ku welatê xwe vegerînin.

 

Serokê Amerîkayê, hêvî dike ku Pasdarên Şoreşê û hêzên polîsan bi aştiyane bi "welatparêzên Îranî" re bibin yek.

 

Donald Trump, destnîşan kir ku mirina Xamineyî ji bo gelên Îran, Amerîka û cîhanê adil e.

 

Trump, wiha berdewam kir:

 

"Gelek ji Pasdarên Şoreşê , artêş û hêzên din ên ewlehî û polîsan, êdî naxwazin şer bikin û serxwebûnê dixwazin.

 

Trump gef li hêzên leşkerî yên Îranê xwar û got ku ew niha parastî ne, lê paşê tenê mirin wê hebe.

 

Trump wiha lê zêde kir:

 

"Em hêvî dikin ku Pasdarên Şoreşê û polîs bi aştiyane bi welatparêzên Îranî re entegre bibin û wekî yekîneyekê bixebitin da ku welêt vegerînin mezinbûna wê ya rewa.

 

Divê ev pêvajo zû dest pê bike, ji ber ku tenê di rojekê de, Îran bi giranî û heta bi tevahî hat wêrankirin."

 

 

Serokê Amerîkayê: Bombebaran wê di tevahiya hefteyê de berdewam bike

 

Serokê Amerîkayê, anî ziman ku bombebarana giran wê di tevahiya hefteyê de bê navber berdewam bike.

 

Donald Trump li ser Truth Social wiha nivîsand:

 

"Elî Xameneyî,  yek ji xerabtirîn mirovên dîrokê bû û me ew kuşt.

 

Ew nikarîbû ji pergalên me yên îstîxbarat û şopandinê yên pir pêşketî bireve.

 

Ev yek bi hevkariya nêzîk bi Îsraîlê re, pêk hat."

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye