Komeke çekdar berpirsyariya êrîşa li Hewlêrê girt ser xwe

Komeke çekdar berpirsiyariya êrîşa li ser navenda Koalisyona Navneteweyî ya li Hewlêrê girt ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koma çekdar a bi navê Seraya Ewliyaa Dem, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku wê êrîşa li ser navenda Koalisyona Navneteweyî ya li Hewlêrê pêk aniye.

 

Ev êrîş jî, bi rêya 3 balafirên bêmirov hatiye kirine.

 

Di daxuyaniya koma çekdar de ev yek hatiye destnîşankirin:

 

"Wek bersivekê ji bo pabendbûna me ya piştgiriya bi Îranê re li dijî Îsraîl û Amerîkayê û parastina serweriya Iraqê, endamên me bi riya bikaranîna balafirên bêmirov, baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hedef girtin."

 

Seraya Ewliyaa Dem, komeke çekdar e ku di sala 2020`an de piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis li Îraqê hatiye damezirandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye