Careke din Başûrê Kurdistanê rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekî bû

Careke din Başûrê Kurdistanê bû armanca dron û mûşekên Îranê. Di du êrîşên cuda de parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê rastî çend êrîşên tund hatin. Li Hewlêrê dron ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hatin rûxandin, lê li Silêmaniyê dron û mûşekan devera Taslûceyê armanc kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev du roj in Başûrê Kurdistanê rastî êrîşîn dronî û mûşekî yên Îranê tê.

Şeva borî saet 8:30, bi hejmarek mûşek û dronan êrîşî devera Taslûceyê ya li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Devera Taslûceyê ya li Silêmaniyê bû armanca dron û mûşekên Îranê

Li gorî gotina berpirsên tenduristiyê yên Silêmaniyê, di wê êrîşê de çend kes bi sivikî birîndar bûne.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyekê de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Ji aliyekî din ve ji ber êrîşê, agirekî mezin di nav pûşê wî cihî de derket, piştî çend saetan ji aliyê hêzên Bergiriya Şivîlî ve agir hat kontrolkirin.

Li Hewlêrê 5 dron hatin rûxandin

Paşê Dijî-Terora Herêma Kurdistanê ragihand ku di navbera saet 9:58 heta 10:06 xulekan de, bi 5 dronên bombekirî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin, lê her pênc dron ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hatine rûxandin.

Her wiha amaje bi wê yekê hat kirin ku di wê êrîşa dronî de ti ziyanên canî çênebûne.

Ji ber êrîşên Îranê 144 kes li Başûrê Kurdistanê bûne qurbanî

Di 24 saetên borî de, Başûrê Kurdistanê rûbirûyî 20 êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bûye.

Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên ku Rêxistina CPT ya Amerîkî parve kirine; ji ber êrîşên dewleta Îranê û komên ser bi wê ve li Başûrê Kurdistanê, 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û 114 kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24