Di rojên dawiyê de li Hatayê êrîşên nîjadperestiyê zêde bûne

Li navçeya Samandag a Hatayê polîs û niştecihên nijadperest bi gotina, ‘Em li vê derê Kurdan naxwazin’ li pey hev erîşî 8 karkerên Kurd kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrişa li navçeya Samandagê ya li ser ciwanên Kurd bi hinceta cezayê trafîkê, piştî rojekê jî bi hinceta ku bi Kurdî diaxivin, xwestin ciwanên li peravê rûniştî lînç bikin.

Yek ji mexdûrên êrîşan Mûhammed Bayram anî ziman ku ji ber wan nerazîbûn nîşanî polîsan dan ku cezayê trafîkê birî, destpêkê polîsan piştre jî gel li wan xistine, heqaret li wan kirine û bi gotina ‘Em Kurdan li vê derê naxwazin, ji vir biçin’ gef li wan hatine xwarin.

Bayram da diyarkirin ku ew ji bo wergirtina telefon û alavên xwe piştî demekê vegeriyan cihê bûyerê lê dîsa li wan xistine, polîsan gaza îsotê berdaye çavên wan û destûr nedane alavên xwe bigrin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24