Li gorî agahiyan Gerîla Wê sibe di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd de civîneke çapemeniyê li darbixe û wê gaveke din a dîrokî bavêje.
Di 27`ê Sibata 2025`an de Rêber Abdullah Ocelan bi peyameke dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bangeke dîrokî kir.
Di peyamê de ji PKK`ê hat xwestin ku kongera xwe pêk bîne û xwe fesix bike.
Li ser vê PKK`ê di navbera 5-7`ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’an lidar xist û biryara fesîxkirinê da.
Bi van pêşketinan re piştî 26 salan di 9`ê Tîrmehê de peyameke bi dîmen ya Rêberê Gelê Kurd hate nîşandan.
Di peyamê de Rêber Abdullah Ocalan bang li gerîla kir ku çekan dînin.
Gerîla li ser bangê di 11`ê Tîrmehê de 30 gerîlayên PKK'ê bi tevlîbûna gelek aliyan li Şikefta Cesene bi meresîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin.