Dewleta Îranê ciwanekî Kurd bi dar ve kir

Dewleta Îranê ciwanekî kurd bi dar ve kir û cezayê bidarvekirinê li 5 kesên din jî birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ciwanekî Kurd, Eşkan Malikî ku xelkê parêzgeha Sineyê ye, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatiye bidarvekirin.

Rêxistinê da zanîn ku pênc girtiyên li bajarê Mehelatê yê parêzgeha Merkezî, bi tohmeta "Şerê li dijî xwedê" cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn. 

Tenê 10 roj wext dane wan ku îtîrazê li biryarê bikin.

Navên girtiyan ev in: Îrfan Xelîlî, Elî Ekber Mehlûcî, Hisam Îsayî, Husên Şukûhî û Qasim Esanî.

Her wiha Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûçistanê ragihand ku di şeş mehên borî de, 92 welatî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yan jî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane.

Di nav qurbaniyan de 11 zarok û gelek jin hene.

Her wiha zêdetirî 434 welatiyên Belûç jî hatine binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye