Çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî şêxmeqsûd û eşrefiyê kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê derbarê êrîşa çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kirin ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, êrîşî bendên kontrolê yên hêzên wan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê kirin.

Hêzên Ewlekariyê êrîşên çekdaran têk birin û çend çekdar hatin kuştin û hin jî birîndar bûn, her wiha dronek jî xistin xwarê.

Asayîşa Helebê duh, cenaze, birîndar û dîlgirtiyên komên çekdar radestî aliyê Hikûmeta Veguhêz kirin.

Di dawiya daxuyniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê destnîşan kirin ku hêzên wan dê di çarçoveya mafê parastina rewa de, erkê xwe yê parastina şêniyan û parastina herêmê li dijî her êrîşekê bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24