Li hember nirxê genim yê ku Wezareta Aborî û Pîşesaziyê diyar kiriye, 8 partiyên Kurdî li pêşiya Yekîtiya Cotkar û Sewaldariyê ya bajarê Hesekê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku nirxê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê diyar kiriye têra lêçûnên cotkaran nake û ev peyam hate dayîn:
“Nirxê genim ê radeya yekem derdora 34 sentên Amerîkî têra lêçûnên cotkaran nake. Ji ber nirxê dolar her tim tê guhertin.
Nirxê hatiye diyarkirin, di demekê de ku sektora çandiniyê zêdebûneke bêhempa di lêçûnên hilberînê de dijî.
Her wiha wan bi nirxên buha sotemenî, gubre, tov, veguhastin, dermanên kêzikan û kelûpelên din ên hilberînê li gorî lêçûnên wan têrê nake.”
Her wiha Partiyan destnîşan kirin ku, ev polîtîka bandoreke rasterast li ser şiyana, cotkaran a berdewamkirina çandiniyê di demsalên pêş de wê bike.
Partiyan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li aliyên peywendîdar kirin ku biryara xwe ji nû ve binirxînin.
Bihayeke kirînê ya nû li ser bingeha lêkolînek rastîn a lêçûnên hilberînê û daxwazên bazarê, ku ne kêmî 50 sentên Amerîkî be, qebûl bikin.
Di 17ê gulanê de Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê buhayê kirîna genim destnîşan kir.
Li gor biryara ku ji aliyê Wezareta Aborî û Pêşesazî ve hat derxistin, wê hikûmet her kîloyek genim bi 4600 lîreyên Sûriyê bikire.
Lê li gor nirxê dolar li hember lîreya Sûriyê, her tonek genim 330 dolarên Amerîkî ye.