Hewildanên ji bo aktîfkirina parlamentoya başûrê Kurdistanê bê encam mane

Hewildanên ji bo aktîfkirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê, bê encam mane. PDK'e û YNK'e jî bi rêya berdevkên xwe, bersivên tûj diden hev. Di heman demê de, Tevgera Helwêst, gefa hilweşandina Parlamena Kurdistanê, bi rêya Dadgeha Federal a Îraqê dixwe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an hilbijartina parlamentoyê çêbû.

Ji wê rojê heta niha parlamento neaktîfe û hikûmeta nû nehatiye avakirin.

PDK û YNK ji bo derengxistina parlamento û avakirina kabîneya nû hev tohmetbar dikin.

PDK destnîşand dike ku YNKê cudahiyê dike û nahêle yasa, rênmayiyên îdarî, darayî û projeyên hikûmetê li hemû herêmên Başûrê Kurdistanê werin pêkanîn.

Berdevkê PDK`ê bersiveke tund da daxuyaniyên berdevkê ynkê

Berdevkê PDK'ê ,Mehmûd Mihemed, di daxuyaniyekê de bersiva berdevkê YNK'ê ,Karwan Gazneyi, da.

Mehmûd Mihemed, da zanîn ku piştî hilbijartina xala şeşemîn a Parlemana Kurdistanê, PDK'ê ji bo çalakkirina parlemên û pêkanîna kabîneya nû, serdan û danûstandinên xwe zêdetir kiribûn.

Lê YNK'ê dest bi wextkuştinê kir da ku desteya serokatiya parlemanê neyê hilbijartin û kabîneya dehemîn a hikûmetê ava nebe.

Berdevkê Pdkê: Ynkê dest bi kuştina demê kir

Mihemed di berdewamiya nirxandinê xwe de diyar kir ku rewabûna hilbijartinê li ser  bingeha rewatiya  gel tê pîvan ne li ser bingeha dirûşm û nerastiyan û got:

“YNK bi hemû têbîniyan ve jî tenê xwediyê 23 kursiyên parlemanê ye.”

Pdkê: Ynkê ti hesabekî ji bo deng û hejmara kursiyên aliyan nake

Gotbêjerê PDKê jî, dibêje YNK ye ya ku dixwaze bi zorê û bêyî guhdan bi deng û nêrîna xelkê Kurdistanê, xwe li ser encamên hilbijartinê bisepîne û ti hesabekî ji bo deng û hejmara kursiyên aliyan neke.

Ev di demekê de ye ku berdevkê YNKê, di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku berpirsiyariya paşxistina avakirina hikûmetê di stûyê PDKê de ye û got:

"Em dixwazin kabîneya pêşerojê cudahiyê di navbera Zaxo û Kalarê de neke.”

Ynkê: Berpirsiyariya paşxistina avakirina hikûmetê nû di stûyê PDK`ê deye

Ji aliyê din ve, Tevgera Helwîst ku xwediyê 4 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ye dibêje, ew ê ji bo hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê her cûre rêkarên yasayî li Îraqê bigirin.

Helwîst: Emê ji bo hilweşandina parlamena Kurdistanê serdana dadgeha federal bikin

Her weha dibêje, nabe ku 100 parlamenter bêjin em parlamenter in, lê tu erkên parlamenteriyê bi cih neynin.

Teqez jî kir ku ev parlamen xwediyê rewayetiya yasayî nîne û wan biryar daye ku ji hefteya bê de, li dadgeha federalî rêkarên yasayî ji bo hilweşandina wê bidin destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye