Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hat dîtin.
Pirsên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî didomin. Di demeke wiha de Saziya Tipa Edlî (ATK) piştî 9 mehan rapora xwe amade kir û pêşkeşî dosyayê kir. Piştî rapora ATK’ê, îhtîmala êrişa zayendî dîsa bû rojev.
Di derbarê heman bûyerê de, Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, daxuyaniyek da û xwest hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş yekser were lêkolînkirin.
ÎHD`ê: Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin
Daxuyanî li avahiya ÎHD`ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi tevlîbûna hevserokên ÎHD'ê yên Wanê Ayten Kiran û Mehmet Salîh Coşkûn û rêveberên ÎHD'ê hat dayîn.
Daxuyanî ji hêla Ayten Kiran ve hat xwendin.
Ayten Kiran diyar kir ku jin li Kurdistanê rastî tundiya netewî û zayendî tên û da zanîn ku şûna eşkerekirina sedemên rastîn ên mirina jinan, mekanîzmayên dewletê û ATK raporên ku xizmeta parastina sûcdaran dikin, çêdikin. Malbatan neçar dikin ku bi salan li benda edaletê bimînin.
Her wiha kiran bang li Wezareta Dadê, ATK, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, baroyan, navendên mafên jinan û hemû rêxistinên sivîl kir û wiha got:
"Divê hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş, yekser were lêkolînkirin.
Divê Saziya Tiba Edlî ji wezîfeya xwe ya weke yekane rayedariya belgekirina tundiyê, kuştinên jinan û îşkenceyê were dûrxistin.
Divê rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku raporên bijîşk û nexweşxaneyên serbixwe li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke delîl werin qebûlkirin."
"Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin"
Hevseroka ÎHD'ê diyar kir ku Peymana Stenbolê pewîste ji nû ve were îmzekirin û wiha berdewam kir: "Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin û kuştina jinan di çarçoveya berpirsiyariya sûcdar û dewletê de were xuyakirin."
Di dawiyê de Hevseroka Şaxê ÎHDê ya Wanê Ayten Kiran tekez kir ku ÎHD dê têkoşîna jinan ji bo mafê jiyanê û daxwaza adaleta mafdar bidomîne.