Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê, serkeftineke cîhanî bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera 8'emîn a rizgarkirina Reqayê, peyamek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir. Di peyama xwe de Mazlûm Ebdî bal kişand ser rola şêniyên Reqayê û eşîran û got: "Rizgarkirina Reqayê ne tenê bûyereke herêmî bû, ew serkeftineke cîhanî li dijî "metirsîtirîn terorî ya DAIŞ`ê." bû

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi boneya rizgarkirina Reqayê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek pîrozbahiyê weşand.

Mezlûm Ebdî bi bîrxist ku li ser rizgarkirina Reqayê ya ji terora DAIŞê re 8 sal derbas bûn û got: 

"Şervanên me ev destan bi fedekarî û wêrekiya keç û xortên herêmê afirandiye.

Rizgarkirina Reqayê qonaxeke diyarîkiribû ku dawî li pirsgirkan anî û rê li ber parastina mirovahî vekiriye.

Em îro jî li dijî terorê têdikoşin û ji bo ewlehî û aramiyê dixebitin da ku Sûriyeke yekgirtî û ewle ji nifşên pêşerojê re ava bikin."

 

Fermandarê QSD'ê: şervanên me di rojeke weke îro de efsaneyeke dîrokî xêz kirin

 

Fermandariya Giştî ya QSD`ê diyar kir ku şervanên wan di rojeke weke îro de efsaneyeke dîrokî xêz kirine.

Ebdî anî ziman ku Rizgarkirina Reqayê bû sembola azadiyê, jiyana hevbeş û ev serkeftin bi saya xwîna şehîdan, yekîtiya gel û eşîran pêk hatiye û wiha lê zêde kir: 

"Beriya operasyonê li Hesekê û Kobanê bi şêx û rûspiyên eşîran re civinên li pey hev hatine lidarxistin û planek ji bo rizgarkirinê hat danîn.

 

şerê rizgarkirina Reqayê şerê herî zehmet ê li dijî terorîstan bû

 

Fermandarê QSD'ê di dewama peyama xwe de got: "Şervanên di şer de kolan bi kolan ketin nav şerekî dem dirêj, xwîna şervanên herî pispor li ser xaka Reqayê belav bûye."

Mezlûm Ebdî tekez kir ku hêzên me wê destkeftiyên gel biparêzin û soza parastina herêmê da û got: "Rizgarkirina Reqayê ne tenê bûyereke herêmî bû, ew serkeftineke cîhanî li dijî "metirsîtirîn terorî ya DAIŞ`ê." bû

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye