Cejna Newrozê duh li her çar aliyên dunyayê hat pîrozkirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş pîroz kirin.
Agirê ku li nuqteyên cuda yên çiyê hate dadan şev ronî kir.
Gerîla li dora agirekî mezin li hev civiyan, li ber stranên Newrozê govend gerandin berxwedan û hêviya paşerojê ji çiyê li seranserê Kurdistanê belav kirin.
Şengaliyan Newroz bi gerandina govendê pîroz kirin
Her wiha jin û ciwanên li Şengalê ji bo pîrozkirina Newrozê li Geliyê Kersê yê Şengalê li hev kom bûn.
Ciwan li Baxçê Serokatî li ber stranên hunermendê Şengalî Yasir Dinayî û hunermendên din ên herêmî govend gerandin.
Gelek jin û ciwanên Êzidî yên cilên Kurdî û gerîla li xwe kiribûn reng dan pîrozbahiyê.
Xelkên ku tevlî şahiyê bûn hêviyên xwe anîn ziman û gotin:
"Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza xêrê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Hêviya me ew e em saleke din Newrozê bi Rêber Apo re li Şengalê pîroz bikin."
Tevî baran û sermayê jî Newroz li Qendîlê bi coş hat pîrozkirin
Li Qendîlê jî tevî baran û hewaya sar jî coşa bi hezaran welatiyên tevlî Newroza Qandîlê bûne, bê navber dewam kir.
Ji çar beşên Kurdistanê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bûn.
Di pîrozbahiyên Newrozê de peyama yekîtiya netewî û parastina destkeftiyên kurdan hate dayîn.
Newroza Binarê Qendîl bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.