Li Heleb û Efrînê, bi dehan kesan di dema pîrozbahiyên Newrozê de êrîşî ciwan û jinên Kurdan kirin, erebeyên wan şikandin û heqaret li sembolên Kurdî kirin.
Li hemberî vê yekê, li Qamişlo û Hesekê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Cîgirê wezîrê parastinê yê Hikumeta Veguhêz Sîpan Hemo li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek parve kir û got:
"Ji ber bûyereke ferdî gelê Kurd li Helebê û hin navçeyên wê rastî lêdan û destdirêjiyê hat.
Diyar bû ku hin kes li benda mîna van bûyeran bûn da ku fitneyê di navbera gelê Sûriyê de derxin."
Sîpan Hemo di daxuyaiyê de, bang li welatparêzan kir ku aram bin û bi rihê welatparêziyê tev bigerin û ji fitneyan dûr bikevin.
Di heman demê de bang li hemûyan kir ku li mal bin pîrozbahiyan li gel hezkiriyên xwe bidomînin û rêzê bidin hev.
Sîpan Hemo: Em bi hev re bixebitin da ku herêmê aram bikin
Di dawiya daxuyaniyê de, Cîgirê wezîrê parastinê yê Hikumeta Veguhêz Sîpan Hemo got:
"Yên ku heqaretê li ala Sûriyê kirine û yên ku destdirêjî li Kurdan û sembolên wan kirine, dê werin muhasebekirin.
Divê em bi hev re bixebitin da ku herêmê aram bikin."
Li aliyekî din, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, bang li hemû welatiyan kir ku bi rihê berpirsyariyê tev bigerin û rêzê bidin sembolên neteweyî.
Nûredîn Ehmed Her wiha nêzîkatiyên ku yekîtiya nîştimanî xirab dike û girêdana di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê qelis dikin, şermezar kir.
Îlham Ehmed: Li herêmê pêwîstî bi derxistina şerekî nû nîne
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di riya bernameyeke Ronahî Tv de, der barê mijarê wiha axivî:
"Daxistina ala Sûriyê li Kobanê, nêzîkatiyek ferdî ye, her kes divê bi xwînsarî tevbigere û li herêmê pêwîstî bi derxistina şerekî nû nîne."