Newroza Frankfurtê weke Newroza herî mezin a Kurdên diyasporayê kete dîrokê

Kurd û dostên xwe li gelek bajarên Ewropayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku Newroz nîşana berxwedanê û têkoşîna azadiyê ye. Taybet Newroza li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê weke ahenga herî mezin a Newrozê ya Kurdên diyasporayê kete dîrokê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li seranserî cîhanê gelê Kurd û dostên wan bi wesîleya Cejna Newrozê li qadan cihên xwe girtin.

 

Li bajarê Frankfurt yê Almanyayê ahenga herî mezin a Newrozê ya Kurdên diyasporayê bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin.

 

Di pîrozbahiyên ku bi şîara "Yekîtiya neteweyî û piştgirî" hatin lidarxistin de, Rebstockpark bû şahidê beşdariya herî qerebalix a dîroka xwe.

 

Kurdistanî di pîrozbahiyê de bi nîşandanên çandî û sembolên ku hatibûn hilgirtin, peyama yekîtiya neteweyî dan.

 

Li Frankfurtê ku bi salan e navenda fînalên Newrozê ye, beşdariya îsal ji hemû salên berê zêdetir bû.

 

Di pîrozbahiyê de beşdariya ciwan û jinan, atmosferekî dînamîk da qadê.

 

Li qadê sembolên ku hem Tevgera Azadiya Kurd û hem jî tifaqa Kurdistanî temsîl dikin cih girtin û alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" gelek caran hatin berzkirin.

 

 

Ahmet Karamus: Wê yekîtiya partiyên siyasî yên kurdî pêk bê

 

 

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus di pîrozbahiyê de axivî bal kişand ser tifaqa Kurdistanî ya ku bi êrîşên li ser Rojava re derketiye holê û teqezkir ku ew ê yekîtiya siyasî ya partiyên Kurdî pêkbînin.

 

Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn behsa geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê kir û diyar kir ku divê destkeftî werin parastin û vîna gelan bibe esas.

 

Newroza Frankfurtê bi mûzîkû govendê bi dawî bû.

 

Newroza Frankfurtê wekî yek ji pîrozbahiyên herî qerebalix ên Ewropayê derbasî dîrokê bû.

 

 

 

Li Bajarê Bonnê Bewroz hate pîrozkirin

 

 

Li bajarê Bonnê jî bi beşdariyeke xurt li Parka Rheinaueyê Newroz hate pîrozkirin.

 

Di ahengê de ne tenê Kurd lê gelek biyanî û Ewropî jî amade bûn.

 

 

Di Newroza Romayê de banga 'Azadî Ji Rêber APO Re, Statu Ji Rojava Re' hat kirin

 

 

Her wiha li paytexta Îtalya Romayê, Newroz li Navenda Çanda Kurd a Araratê hate pîrozkirin.

 

Di pîrozbahiyê de banga "Azadî ji Rêber Apo re, ji Rojava re statû" hate kirin.

 

 

Li du bajarên Ingilîstanê Newroz bi çoşeke mezin hat pîrozkirin

 

 

Li bajarê Liverpoolê yê Ingilistanê jî di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de agirê Newrozê hat dadan.

 

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin de beşdariyeke zêde hebû û li qadê peyamên coş û yekîtiyê derketin pêş.

 

Li Ingilistanê ji bilî bajarê Liverpoolê Newroz li bajarê Sheffield jî hat pîrozkirin.

 

Li bajarê Sydney yê Awistralyayê, Kurdistaniyên ku li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Sydneyê kom bûn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

 

Agirê Newrozê, ji bo temsîliyeta yekîtiya neteweyî, ji aliyê çar jinên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê ve hat vêxistin.

 

 

Newroz li paytexta Fransayê Parîsê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

 

 

Newroza ku îsal li paytexta Fransayê, Parîsê bi coşeke mezin hat pîrozkirin, bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan li Meydana République pêk hat.

 

Pîrozbahiyên ku nîvro dest pê kirin, bi axaftinên ku di nava rojê de berdewam kirin, konsertên muzîkê, govend û diruşman veguherî şahiyeke gel.

 

Li qada ku bû qada dîmenên rengîn, peyamên yekîtî, berxwedan û azadiyê derketin pêş.

 

Di heman demê de pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya deh hezar kesî pêk hat.

 

Her wiha li paytexta Yewnanistan Atînayê bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe li ser Girê Strefi Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye