Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê di roja xwe ya 23`an de berdewam dike

Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê di roja 23`an de bi dijwarî berdewam dike. Îranê, taktîkên nû eşkere kirin û bi mûşekeke nû û pêşketî ya bi navê "Qaher-1" li bajarê Arad ê li başûrê Îsraîlê xist. Îsraîlê jî ragihand ku ew di nava şerekî dijwar de ye û tekez kir ku ew ê vî şerî berdewam bike. Trump jî hişyarî da Îranê ku eger di nava 48 demjimêran de Tengava Hurmuzê bi tevahî veneke, ew ê santralên enerjiyê yên li Îranê wêran bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl-Amrîka û Îranê derbasî roja xwe ya 23`an bû.

 

Di roja borî ya şer de, Hêzên Îranê taktîkên nû yên êrîşê eşkere kirin û gef li Îsraîlê xwarin ku wê şerekî "dijwar" li dijî Îsraîlê bikin.

 

 

Îran bi mûşekeke nû li bajarê Arad ê Îsraîlê xist

 

 

Supaya Pasdaran pêla 73`emîn a Operasyona "Soza Rastîn 4" ragihand û eşkere kir ku wan mûşekeke nû û pêşketî ya bi navê "Qaher-1" li bajarê Arad ê li başûrê Îsraîlê xistiye.

 

 

Li Îsraîlê 6 kes hatin kuştin û 175 kes jî birîndar bûn

 

 

Medyaya Îsraîlê jî, ragihand ku 6 kes ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê li bajarê Arad ê başûrê Îsraîlê hatine kuştin û 175 kesên din jî birîndar bûne ku ev jî wekî jimara herî zêde ji destpêka şer ve hatiye tomarkirin.

 

Di heman demê de, medyaya Îranî ragihand ku teqîn li rojhilatê Tehranê çêbûne.

 

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrîşeke berfireh a li ser Tehranê de, tesîsên hilberîna mûşekên balîstîk ên girêdayî Supaya Pasdaran, bûne hedef.

 

Karbidestekî Îranê diyar kir ku êrîşên Îsraîl û Amerîkayê 44 avahiyên niştecîhbûnê û yên bazirganiyê li parêzgeha Sine wêran kirine.

 

 

Îsraîl: Êrîşa rasterast a mûşekî li ser Dimona hatiye kirin

 

 

Roja şemiyê vidiyoyên ji nava Îsraîlê belav bûn, tê de tiştek teqemenî bi lez ji hewayê dikeve xwarê û dibe sedema teqîneke mezin.

 

Piştre Artêşa Îsraîlê jî, ragihand ku "êrîşa rasterast a mûşekî li ser avahiyekê" li bajarê Dimona hatiye kirin.

 

Dîmona li çola Negevê ye û tesîseke mezin a nukleerî ya Îsraîlê lê ye.

 

Îsraîl di derbarê bernameya xwe ya nukleerî de siyaseteke nezelaliyê didomîne, bi fermî dibêje ku reaktora Dîmonayê ji bo armancên lêkolînê ye.

 

Ew ne piştrast dike û ne jî înkar dike ku çekên nukleerî hene, lê li gorî Peymangeha Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), ew xwediyê nêzîkî 90 serên nukleerî ye.

 

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku wan ti agahî negirtiye ku nîşan bide, zirar gihîştiye tesîsa nukleerî ya Negevê li Dîmonayê ji ber êrîşa ku başûrê Îsraîlê hedef girtiye.

 

Her wiha li aliyê Îranê jî, Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê sibeha şemiyê êrîşî tesîsa bin erdê ya Netanzê li parêzgeha Îsfahanê kirine.

 

Di nava vî şerê de jî, qutbûna Înternêtê li Îranê berdewam dike.

 

Li gorî Netblocks, qutbûna înternetê li seranserê Îranê zêdetirî 520 demjimêran berdewam dike.

 

 

Netanyahu: Îsraîl di şerekî dijwar de ye

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu behsa şeveke pir dijwar kir û tekez kir ku ew li hemû eniyan şer li dijî dijminê xwe berdewam dikin.

 

Erebistana Siûdiyê ragihand ku endamên dîplomatîk ên Îranê nexwestî ne û divê ji Riyadê derkevin.

 

 

Trump 48 demjimêr dan îranê

 

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku eger Îran di nav 48 demjimêran de Tengava Hurmuzê bi tevahî veneke, ew ê santralên enerjiyê yên li Îranê wêran bike û her wiha got ku êrîşên Amerîkayê yên li ser sektora enerjiyê ya Îranê, dê bi tesîsa herî mezin dest pê bikin, heger Tehran di nav 48 demjimêran de Tengava Hurmuzê veneke.

 

Îranê jî bersiv da û got ku ew ê jî hemû binesaziyên enerjiyê yên Amrîka û Îsraîlê hedef bigire.

 

 

22 welatan hişiyarî dan Îranê

 

 

Her wiha gelek welat ku di nav de Mîrgehên Yekgirtî yên Ereb (Îmarat), Behreyn, Brîtanya, Fransa, Almanya û Japonyayê êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî û tesîsên neft û gazê yên li herêmê, şermezar kirin û bang li Îranê kirin ku di Kendava Hurmuzê de, ji çûn û hatina keştiyan re nebe asteng.

 

 

Di heman çarçoveyê de, Axios da zanîn ku li gorî rayedarekî Amerîkî û çavkaniyên agahdar, rêveberiya Trump qonaxa bê ya şer û formata dan û standinên aştiyê bi Îranê re nîqaş dike.

 

 

Rûsya: Bandora xerab a şer wê heya demeke dirêj bidome

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku "encamên xirab" ên êrîşên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê li Îranê dikin dê demek pir dirêj bandora xwe bikin.

 

 

 

Serokê Îranê daxwazek ji Serokwezîrê Hindistanê kir

 

 

Di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bang li welatên BRICS kir ku di şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn de roleke serbixwe Ji bo bidawîanîna êrîşa li dijî Îranê û parastina aramî û ewlehiyê li deverên herêmî û cîhanî de bilîzin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye