Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Maria Zakharova, di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan kir ku rûniştandina Beşar el-Esad li Moskowê ji her cûre berjewendiyên polîtîk an peymanên siyasî dûr e.
Zakharova eşkere kir ku piştî rûxandina rejîmê û biryara îdamê ya ku ji aliyê dadgeha nû ya Sûriyê ve li dijî Esad hatiye birîn, daxwazên radestkirina wî gihştine wan. Lê belê, Rûsyayê ev daxwaz red kirine û diyar kiriye ku parastina jiyana wî li ser bingeha mafên mirovî berdewam dike.