Şeva borî careke din di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de şer qewimî.
Hat ragihandin ku Ûkraynayê bi dronan êrîşî Rûsyayê kiriye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşên şevê de, pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 556 dronên Ûkraynayê xistiye xwarê.
Wezaretê da zanîn ku êrîş ji bilî Nîvgirava Kirimê, li 14 herêmên cuda jî hatine kirin û deryaya Reş û deryaya Navneteweyî jî kiriye armanc.
Her wiha Rayedaran diyar kir ku ev êrîş yek ji mezintirîn êrîşên bi dronan e, ku ji destpêka şer de Ûkrayna wan pêk tîne.
Parêzgarê herêma Moskovayê jî, ragihand ku di van êrîşan de herî kêm 3 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Zelensky: Mafê me heye ku em êrîşî tesîsên Rûsyayê bikin
Ji aliyekî din ve Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky roja Înê diyar kir ku Ûkrayna mafê wê heye ku êrîşî tesîsên petrolê û leşkerî yên di nava axa xwe de bike, wekî bersivekê li ser êrîşa ku li Kîevê pêk hat.
Agirbesta demkî ya ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hatibû ragihandin jî hefteya borî qediya û her du alî êrîşên xwe berdewam dikin.