Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê roja sêşemê derbasî roja xwe ya 11`mîn bû.
Gurbûna leşkerî ya hevbeş di navbera her dû aliyan de, berdewam dike.
Piştî artêşa Îsraîlê destpêkirina pêlek nû ya êrîşan li ser hedefên li hundirê Îranê ragihand, çend bajarên Îranê, di nav wan de Tehran, Îsfahan û Tebrîz, rastî êrîşên asmanî yên dijwar hatin ku bûn sedema teqînên bihêz.
Pêla 33`an a operasyona 'soza rastîn 4' baregehên dya û îsraîl kir armanc
Di bersivê de, Sipeha Pasdarên Şoreşa Îranê destpêkirina pêla 33`an a Operasyona "Soza Rastîn 4" a hedef girtina baragehên Amerîkî û deverên Îsraîlê ragihand.
Ajansa nûçeyan a Îranî Tasnim da zanîn ku Îran çar balafirên şer ên F-15 xistine xwarê û radarên pêşketî yên Amerîkî û Îsraîlî îmhakirine.
Her wiha li gorî medyaya Îranê, heta niha Îran zêdetirî 82 dronên Amerîkî û Îsraiîlî xistine xwarê.
Amerîkayê encama 10 rojan a "Hêrsa Destanî" eşkere kir
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî, li ser hesabê xwe yê X`ê encama 10 rojên şerê hevbeş ê di navbera wan û Îsraîlê de, li dijî Îranê ku jêre dibêjin "Hêrsa Destanî" weşand.
Li gorî daxuyaniyê, Amerîkayê ji destpêka êrîşên xwe yên li ser Îranê ve, zêdetirî 5 hezar hedefên li Îranê xistiye armanc ku di nav de; 50 keştî, binavî û keştiyên aîdî Hêza Deryayî ya Îranê hene.
Hin ji cureyên hedefên ku di weşanê de hatine behs kirin ev in:
Fermandarî û kontrol
Sîstemên parastina hewayî yên yekgirtî
Keştî û binavbehriyên deryayî yên Îranê
Cihên mûşekên dijî-keştîyan
Şiyanên ragihandinê yên leşkerî
Çêkirina mûşekên balîstîk û dronan
Li gorî kurtasîya operasyonê, di operasyona "Hersa Destanî" ya li dijî Îranê de bombebaranên B-1, B-2 û B-52 û her wiha cureyên cûrbecûr yên balafirên şer, keştiyên balafirhilgir û wêranker beşdar bûne.
Îran Tengava Hurmizê li hember petrolê digire
Li eniya siyasî jî îro Pasdaran eşkere kirin ku eger Amrîka-Îsraîl êrîşên xwe berdewam bikin ew ê Îran Tengava Hurmizê li hember petrolê bigrin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku eger Îran rê li ber herikîna petrolê bi rêya Tengava Hurmuz bigire, ew ê derbeyek giran li Îranê bide û tekez kir ku armanca şer ew e ku Tehran şiyana êrîşkirina ser Dewletên Yekbûyî, Îsraîl, an hevalbendên Washingtonê bi dawî bike.
Her wiha Emmanuel Macron ragihand ku Fransa ji bo vekirina Tengava Hurmuzê piştî kêmkirina rageşiyê, mîsyoneke deryayî ji bo parastina tankerên petrolê plan dike.
Serokkomarê Fransayê got ku bicihkirina hêzên Fransayê li Deryaya Spî, Deryaya Sor û Tengava Hurmuz dê heşt keştîyên şer, keştiyek balafirhilgir û du keştiyên helîkopteran di nav xwe de bigire.
Vladimîr Pûtîn ji bo bidawîanîna şer pêşniyarek pêşkêşî Trump kir
Li ser eniya dîplomatîk, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşniyarek pêşkêşî Trump kir ji bo bidawîanîna şer, da ku hewl bide krîza aborî ya cîhanî û bihayên enerjiyê yên zêde sivik bike.
Duh,jî Donald Trump gotibû ku dema bidawîanîna şerê li dijî Îranê nêzîk hatiye, her wiha Pasdarên Şoreşa Îranê roja Sêşemê ragihand ku ew ê Îran biryara bidawîanîna şer bide.
Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku Cîgirê Wezîrê Derve Kazem Xerîbabadî got ku hin welatan, di nav wan de Çîn, Rûsya û Fransa, ji bo agirbestê bi Tehranê re têkilî danîne.