Pûtîn bi Trump re peywendiyeke telefonî pêk anî

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Amerîkayê re peywendiyeke telefonî pêk anî. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wan balafireke şer û 17 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kremlinê diyar ku îro Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Amerîkayê re peywendiyeke telefonî pêk aniye.

 

Kremlinê got ku Pûtîn û Trump li ser şerên li Îran û Ûkraynayê axivîne.

 

Piştre, Donald Trump daxuyand ku wî û Pûtîn di derbarê bidawîkirina şerê çar salan ê li Ûkraynayê de axivîne.

 

Donald Trump axaftina bi Vladimîr Pûtîn erênî nirxand.

 

Şêwirmendê dîplomatîk ê PûtinYuri Ushakov hin agahiyên ku di vê peywendiyê de hatin kirin, eşkere kir û got:

 

“Serokê Rûsyayê ji Trump daxwaz kiriye ku çareseriyeke siyasî û dîplomatîk a bilez a nakokiya Îranê bibînin.

 

Ji ber ku Îran hevalbendekî nêzîk ê Moskowê ye.”

 

Rûsya: Me balafireke şer û 17 dronên Ûkraynayê xistin xwarê

 

Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Hêzên Hewayî yên Rûsyayê balafireke şer a Su-27 a Hêza Hewayî ya Ûkraynayê asteng kirine û xistine xwarê.

 

Wezaretê diyar nekir ku balafira şer a Ûkraynayê li ku hatiye xistin.

 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşker kir ku duh jî hêzên Rûsyayê17 dronên Ûkraynayê li ser sê herêman xistine xwarê.

 

Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku duh yekîneyên ji koma hêzên "Başûr" bajarokê Golubovka li herêma Donetskê kontrol kirine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye