Amerîkayê pêla 13'emîn a êrîşan li dijî Îranê pêk anî

Şerê Amerîka û Îranê ket roja xwe ya 13’emîn. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser platforma X’ê diyar kir ku Artêşa Amerîkayê şeva borî, pêla 13’emîn a êrîşên li dijî Îranê pêk anî. Artêşa Îranê jî daxuyand ku wan bersiva êrîşên Amerîkayê daye û baregehên Amerîkî li welatên Kendavê û Urdunê armanc kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan gera 13'emîn a êrîşên li dijî Îranê bi dawî kiriye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêla êrîşan zêdetirî 2 demjimêran berdewam kiriye.

Di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de CENTCOM'ê wiha ragihand:

"Hêzên Amerîkayê di demjimêr 2:15'ê sibehê de bi dema Îranê dest bi êrîşan kiriye.

Di demjimêr 4:30'ê sibehê de êrîş bi serkeftî bi dawî bûye."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dubare kir ku ji bo kêmkirina şiyana Îranê ya gefxwarina li ser keştiyên bazirganiyê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, ev êrîş hatine kirin.

Di êrîşên Amerîkayê yên li Îranê de navendên fermandariya leşkerî, cihên dronan, cihên çavdêriya beravê û şiyanên deryayî yên Îranê hatine armancgirtin.

Di êrîşan de hejmarek kes li Îranê hatin kuştin û birîndarkirin

Têkildarî mijara êrîşan, medyaya Îranê jî roja înê sibehê, ji hêla xwe ve ragihand ku çend parêzgehên Îranê rastî êrîşan hatine.

Ajansên medyayê yên Îranê diyar kirin ku parêzgehên ku di pêla sêzdemîn a êrîşan de hatine armancgirtin ev in:

“Gîlan, Xozistan, Faris, Esfehan, Loristan, Merkezî û Hurmuzgan.”

Her wiha li gorî ku berpirsyarên parêzgeha Xozistanê dan zanîn, di êrîşên li ser bajarê Ehwazê de yê ser bi Xozistanê ve, çar kes hatin kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Bender Ebasê yê ser bi parêzgeha Hurmuzganê ve 2 kes û li parêzgeha Loristanê jî 3 kes di êrîşan de birîndar bûne.

Îranê baregehên Amerîkî yên li welatên Kendavê armanc kirin

Artêşa Îranê ragihand ku wan di bersiva êrîşên dawî yên Amerîkayê de, di pêla 27'an a Operasyona Nesir 2 de, li Behreyn, Urdun û Kuweytê baregehên leşkerî yên Amerîkî armanc girtine.

Artêşê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku vê sibehê, tankên sotemeniyê û cihên hêzên leşkerî yên Amerîkî li Baregeha Hewayî ya Îsa li Behreynê, bi dronên bombebarkirî hatine armancgirtin.

Baregeha Ezreq û depoyeke çekan a nêzîkî baregeha hewayî ya Amerîkî li Urdunê jî hat armancgirtin.

Ev depoya çekan heman cih bû ku berî çend rojan sê leşkerên Amerîkî di êrîşeke Îranê de lê hatibûn kuştin.

Her wiha Baregeha Elî Salim a Kuweytê jî bi dronên Îranê hate bombebarankirin

Îran tekez dike ku her baregeh an pêgeheke leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn ku hêzên Amerîkî wê ji bo pêkanîna êrîşan li dijî Îranê bikar tîne, dê bibe armanceke rewa ji bo Îranê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye