Careke din nirxê sotemeniyê li Sûriyê hat bilindkirin

Komîteya taybet bi destnîşankirina nirxê sotemeniyê, îro lîsteyeke nû belav kir. Li gorî vê lîsteyê, nirxê benzîn û mazotê bilind bû û yê xazê hinekî kêm bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî lîsteyê, nirxê benzîna 95 ji 14700 lîreyên Sûrî bû 14900 lîre, benzîna 90 ji 14200 bû 14500, her wiha nirxê mazotê ji 12000 bû 12100 lîreyên Sûrî.

Tûpa xaza malan jî hinekî kêm bû, ji 150 hezar lîreyî daket 147 hezaran, xaza pîşesazî jî ji 240 hezarî daket 235 hezaran.

Komîteyê diyar kir ku sedema bilindbûna nirxê sotemeniyê, bilindbûna nirxê petrolê li ser asta cîhanî ye.

Tevî zelalkirina Komîteyê li ser dezgehên ragihandinê jî, heta niha ne Wezareta Enerjiyê, ne jî Sadkopê ti lîste belav nekiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye