Desteya Rêveber a Federasyona Sûriyê ya Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan li ser mafên zimanî û çandî daxuyaniyek weşand.
Federasyonê destnîşan kir ku parasgtina pirrengiya zimanî û çandî beşek ji parastina mafên mirovan e û got:
Divê mafên pêkhateyan; Kurd, Suryan, Aşûr, Ermen, Çerkes û yên din werin parastin û ji bo nifşên bê were veguhestin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi biryara 13‘an a sala 2026‘an hate kirin û wiha hat gotin:
Di biryarê de zimanê kurdî wekî zimanekî neteweyî hatiye qebûlkirin û destûr hatiye dayîn ku li dibistanên hikumetê bi taybetî li herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurdin were dayîn.
Li ser vê yekê naskirina zimanên Kurdî, Suryanî û Aşûrî wekî zimanên nîştimanî divê di çarçoveya îfadeya pirrengiya çandî û zimanî ya civaka Sûriyê de were fêmkirin.
Federasyonê di dawiyê de ev bangawazî kir:
Divê çarçoveyeke yasayî û destûrî were avakirin ku pêkvejiyana zimanê fermî yê dewletê, zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyên cuda de misoger bike.