Mamosteyên Hesekê bi xwepêşandanekê daxwaza mûçeyên xwe kirin

Mamosteyên bajarê Hesekê ji bo daxwaza mûçeyên xwe yên ku dereng mane, li pêşiya avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya li bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Ev 2 meh in derdora 20 hezar mamosteyên girêdayî pêvajoya entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, mûçeyên xwe wernegirtine.

Mamosteyan diyar kir ku piştî pêvajoya entegrasyonê, wan bi awayekî fermî kaxezên xwe pêşkêş kirine.

Lê heta niha wan ti mûçe wernegirtine.

Her wiha daxwaz ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin ku mûçeyên wan bide û gotin ku rewşa debarê û dabînkirina pêwîstiyên rojane zehmet bûye, derengmayîna mûçeyan jî bi awayekî neyînî bandorê li jiyana wan dike.

Di çalakiyê de mamosteyan destnîşan kir ku wekî parêzgehên din ên Sûriyê, divê mûçeyên wan bên dayîn an jî sedemên derengmayînê ji wan re bên diyarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye