Jin û huner wateyê didin jiyanê, jin ji bo karkirina li ser bedewkirina jiyanê, her tim hewl didin xwe di warê hunerî de pêş bixin.
Lane Ezîz yek ji wan jinan e ku derçûya Peymangeha Hunera Ciwan a Helebçeyê ye û di sala 2018’an de beşa şêwekariyê temam kiriye.
Wê dest bi xêzkirina nîgaran kiriye û wekî ku bi xwe jî diyar dike, tê de serkeftî bûye.
Lane niha li Sentera Parastina Zarokan a Xurmalê kar dike û armancê xwe wiha tîne ziman:
"Li vir zarok gelekî baş fêr dibin, em ê di paşerojê de hewl bidin ku wan beşdarî pêşangehên navdewletî bikin."
Mamoste Lane, ku ev salek e li vê senterê waneyên hunera şêwekariyê dide, wiha behsa pêşketina karê xwe dike:
"Dema ku zarok hatin û me kar bi wan didan kirin, bi dîtina wan gelekî giran bû, lê niha me gav bi gav digel wan kar kir û me karî astên gelekî baş bi dest bixin."
Der barê wê yekê de mamoste Lane Ezîz diyardike ku wê kariye tiştek aram ji bo zarokan amade bike û dibêje:
"Divê hawîrdora odeya hunerê bi xwe gelekî aram be, da ku mejî, dil û derûniya wan rehet bibe.
Her weha divê jîngeh ji bo wan guncav be, da ku karibin asta xwe hîn bilindtir bikin."
Di dawiya gotinên xwe de, Mamoste Lane Ezîz peyamek ji bo dê û bavan şand û got:
"Divê destê zarokên xwe bigirin, piştgiriya wan bikin û wan han bidin ku zanibin zarokê wan bi xwe, xwe di çi de dibîne."
Sentera Parastina Zarokan a Xurmalê ev salek e hatiye damezirandin û rojane 150 zarok ji bo fêrbûnê berê xwe didin vê senterê.