Parlamenterên Mêrdînê Salîha Aydenîz, Berîtan Guneş, Hevşaredar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl û hezaran welatî tevlî Mirîcana Zeytûnan bûn.
"Dixwazin Kurd li rojava çekên xwe teslîmî DAIŞê bikin"
Di mihrîcanê de parlementer û hevşaredarên DEM Partî li ser pêvajoyê axifîn.
Hevşaredarê Dêrika Çiyayê Mazî Cengîz Temellî di axaftina xwe ya di mihrîcanê de bal kişand ser geşedanên siyasî yên di rojevê de û got:
Gelê Kurd ji aştiyê re amade ne, bila êdî hemû hevalên me bêne berdan, bila yên li çiya werin li vê qadê siyasetê bikin."
Parlamentera Mardînê Berîtan Guneş Altin anî ziman ku gelê Dêrikê ji rayedarên Tirkiyê re got: "Ev bajar bajarê aştiyê ye.
Gerîla ji bo pêşî li aştiyê vekin ji Tirkiyê vekişîyan."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr diyar kir ku civak bi ziman û nasnameyên xwe hene û got:
"Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkên qirkirina çandî tên meşandin.
Dema ziman û çanda gelekî tune be, ji wî gelî re gotina ‘gelekî bi nirx’ nayê gotin.
Bêgûman li hember van polîtîkên qirkirina çandî, têkoşîneke bêhempa jî tê dayîn."
Koma Sorjiyan bi stranê şoreşgerî û bi tevger gel coşand.
Welatî bi gotina stranan dirûşm berz kirin û govend gerandin.
Di dawiyê de Hunermend Xêro Abbas derket ser dikê û heta derengê şevê bi stranê xwe û kêliyên xweş bi gel da jiyandin.