Koma Berxwedan komeke muzîka Kurdî ye ku di destpêka salên 1980î de, hunermendên Navdar ên mîna Hozan Mizgîn, Xelîl Xemgîn, Seyîdxan û Hozan Şemdîn jî di nav de ji aliyê bi dehan hunermendên ji çar beşên Kurdistanê li Ewropayê hatiye damezrandin û bi muzîka xwe ya siyasî û berxwedanê tê nasîn.
Ji ber vê xisleta xwe navê xwe dixe "Koma Berxwedan"
Koma Berxwedan piştî darbeya 12ê Îlonê 1980'î ku di van salan de nasname, çand û zimanê Kurdî bi tundî hatiye qedexekirin, û serdemeke ku tevgera siyasî ya Kurd dest bi rêxistinbûnê dike derdikeve holê.
Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de balêdikişîne ser Kurdên ku di qirkirina çandî re rû bi rû mane û di parastina bîra civakî de rola huner, stran û çanda Kurdî û sazûmanîkirina wan.
Hunermend Xelîl Xemgîn dibêje di pêvajoya Romayê de Abdullah Ocalan ji wan re dibêje, divê ew karekî bikin ev kar ji karê propagandayê zêdetir xwe bigîhîne hemû girseyê û ev kar bi rihekî kolektîf were pêşxistin.
Bi gotina Hunermend Xelîl Xemgîn, ev kom li ser pêşniyara Abdullah Ocalan hat avakirin.
Kom ji bo parastina çanda Kurdî û belavkirina hişmendiya neteweyî hate damezrandin.
Pêşketina 1980–1990’î
Di vê demê de Koma Berxwedan stranên şoreşgerî û neteweyî çêdikir, di nav tevgera azadiyê ya Kurdî de cih girt.
Bi kaset û tomarkirinên veşartî li her derê Kurditanê û cihê ku Kurd lê bûn, belav bû.
Stranên komê bi taybet li gundewarên Kurdistanê, li dîaspora Kurdî û di nav gerîla de belav bûn.
Stranên komê di demeke kurt de rastî eleqeyek û guhdariyeke mezin tên.
Serdema Navdarbûnê (1990’î)
Di salên 1990’î de Koma Berxwedan di nav civaka Kurdî de, bû yek ji komên herî navdar, stranên wan bûn sembola berxwedanê û li welatên Ewropayê jî belav bûn.
Di vê demê de, vê komê bi rêka konser û çalakiyên çandî him propaganda xwe kir û him jî piştgiriya têkoşîna sîyasî ya Kurdî kir.
Taybetmendiyên Muzîkê
Dîroka wan bi muzîkê ve girêdayî ye. Ev kom him muzîka folklorî ya Kurdî, him jî bi stranên şoreşgerî yên li ser berxwedan, azadî, şehîd û jiyana gerîla ve, rola xwe ya siyasî, çandî û pir alî lîst. Bi zaravayên Kurdî( Kurmancî, Kirmanckî, Soranî) bikaranîna hemû alavên mûzîkê ve ji nasnameya piralî ya Kurdistanê re bûn bersiv.
Koma Berxwedan bi stranên xwe yên şoreşgerî û hestyar di nav civaka Kurdî de gelek navdar e
Yek ji stranên wan ên herî naskirî, , “Berxwedan Jiyane”, “Şehîd Namirin” “Lo Lawo Hevalno” “Çerxa Şoreşê” “Dayê” “Ey Reqîb” (versiyona wan) ket dîroka hunera Kurdî.
Ji ber wê jî Koma Berxwedan ne tenê komeke muzîkê ye. vê komê di avakirina nasnameya Kurdî de rol lîst, di nav gel de giyana berxwedanê zindî kir. Ji bo vê mirov dikare bêje komeke çandî ya tevgera siyasî ye.
Asteng û Qedexe
Ji ber vê taybetmendiya xwe bi taybet jî Kurdên Bakurê Kurdistanê û yên li Tirkiyê gelek zehmetî kişandin.
Kasêtên Koma Berxwedan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin qedexekirin. Guhdarîkirina wan wekî siyasî hat dîtin. Hunermendên komê ji ber vê yekê nikaribûn li ser axa welat karê xwe bimeşînin, piraniya wan li Ewropayê kar dikirin.
Piştî 2000’î
Piştî salên 2000’î rola Komê kêm bû, yek jî endamê Komê Hunermend Seyîdxan bi hevpeyvîneke Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re sedema vê yekî wiha dibêje: “Me nikaribû xwe li gorî guhertin û veguhertinên di Kurdistanê û rewşa wê ya siyasî de biguherînin.
Ji ber vê jî vê komê di sala 2019’an de biryara fesixkirina xwe da.
Akademî û Dibistana Çandê
Lê vê Komê 4ê Nîsana 2026an ango piştî 7 salan ji nû ve avakirina xwe ragihand û diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi modela “Akademî û Dibistana Çandê” bidomînin.
Koma ku bi pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" re biryara ji nû ve avakirina xwe da, diyar kir ku ew bi perspektîfa avakirina çandî, vê pêvajoyê digirin dest.
Di deklarasyona ku ji hêla Koma Berxwedan ve hat parvekirin de, hat diyarkirin ku ew êdî bi hilberîna muzîkê ve sînordar namînin, dê bibin avahiyeke saziyî ku çanda Kurdî diparêze û digihîne nifşên nû. Koma Berxwedan xwe wekî "Akademî û Dibistana Çandê" pênase kir.
Hozan Xelîl Xemgîn ku li ser navê Koma Berxwedan axivî, da zanîn ku kom beşeke girîng a têkoşîna azadiyê ye û got: "Koma Berxwedan bû deng û wijdanê gel."
Xelîl Xemgîn, bi bîr xist ku saziyên çandî di salên bihurî de rastî gelek zext û qedexeyan hatine û got: “Koma Berxwedan projeya Rêber Apo bû. Tevî gelek caran arşîvên me hatin desteserkirin û saziyên me hatin girtin jî 33 salan me li ber xwe da.
Niha jî ev kom careke din xwe li gor rihê demê rêxistin dike û dibe yek ji sembolên girîng ên muzîka berxwedanê di dîroka nûjen a Kurdan de.