HAT NÛKIRIN / Sabahat Tuncel aktîvîsta TJA'yê hat berdan

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlementera berê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sabahat Tuncel di encama êrîşa Polîsan de li Stenbolê hatibû binçavkirin, îro hat berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sabahat Tuncel Aktîvîsta TJA'yê piştî kontrola li nexweşxaneyê hat berdan, lê 3 ciwanên ku pê re hatibûn girtin ew jî piştî wê hatin berdan.

77'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê hat pîrozkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya “Em di sifreya rojê de tên gel hev” li Berava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê bi tevlîbûna Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sebahat Tuncel bernameya seyranê li dar xist.

Polîs bi hinceta ku wêneyê Abdullah Ocalan hatiye vekirin, êrîşî gel kir 3 ciwan bi êşkenceyê binçavkiribûn û paşê jî aktîvîsta TJA'yê Sabahat Tuncel jî binçav kirin.

Sabahat Tuncel piştî kontrola tendurîstiyê ya Nexweşxaneya Devletê ya Kanûnî Sultan Suleyman a Stenbolê hat berdan.

Her wiha ew 3 ciwanên ku hatibûn bin çavkirin, hatine berdan.

Kesên bi navê Abdulkerem Kuzu, Lîvan Orman û Unal Eroz ên ku di pîrozbahiya Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin, hatine berdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye