Di rûniştina duh de li Agiriyê 10 kes ku di nav wan de endamekî Meclîsa Şaredariya Agiriyê yê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) jî hebû, bi 177 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Di sala 2015'an de, Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê li Agiriyê derbarê 16 kesan de bi tohmetên "propagandaya rêxistina terorîst" û "tundûtûjî û zorê" lêpirsîn dabû destpêkirin, duh doz bi encam bû.
Li ser biryara dadgehê Şakir Kiliç, Şakir Çapan, Yilmaz Dursun û Mehmet Îzci yên ku ji bo şopandina danişînê çûbûn dadgehê hatin girtin, di derbarê Ramazan Bayram, Fîgen Aslan û Engîn Dursun de jî biryara girtinê hat dayîn.
Doz ji bo îstînafê vekirî hat hiştin.