Navçeyên navendî yên Artuklu û Qoser (Kızıltepe) yên Mêrdînê ji ber teqînên li Xeta Ava Beyazsuyê di 28'ê Sibatê û piştî wê de, nêzîkî 13 roj in ku di gihîştina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin.
Her çend niştecihên navçeyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (di bin rêveberiya qeyûm de) daxwaza ava vexwarinê kirine jî, daxwazên wan bi tankeran têne bicîhanîn.
Welatiyên ku bi rojan e ji kêmbûna avê dikişînin, li ser rêyên ku ji ber xebatên binesaziyê nehatine tamîrkirin jî, zehmetiyan dikişînin.
Balkêş bû ku rêveberiya qeyûm îro li ser hin ji van rêyên zirardar xebata asfaltê kir û bi avê şuşt.
Derket holê ku rêveberiya qeyûmê ji bo serdana Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz a bajêr rêyan bi avê şuştiye û xebata asfaltê kiriye.
Xebata li ser rêya Turkmenderesî, ku Yilmaz dê li Mêrdînê ji bo beşdarbûna bernameya fitarê bi kar bîne, ji aliyê welatiyan ve rastî rexneyan hat.
Ji ber ku ev krîza avê di meha Remazanê de rû daye zehmetiya welatiyan hîn zêdetir bûye. Welatiyên ku di peydakirina ava vexwarinê de astengî dikşînin, ji rayedaran xwestin ku ev pirsgirêk divê demildest were çareserkirin.