KNK`ê beriya 27 salan di gulana 1999’an de li Hollanda li bajarê Amsterdamê, damezirandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand.
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 27’emîn salvegera damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku roja damezirandina wê rojeke dîrokî bû û got:
"Cara yekem bû ku ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê hatin gel hev û dezgeheke neteweyî ava kirin."
Konseya Rêveber a KNK`ê anî ziman ku ji roja avabûnê û pê ve xebata xwe ya pêkanîna tifaqa mezin a neteweyî û niştîmanî dike û wiha lê zêde kir:
" KNK’ê wekî dezgeheke neteweyî û niştimanî di van 27 salan de, gelek xebatên girîng pêk anîn.
Di warê dîplomasiya navxweyî û derve de gavên girîng hatin avêtin.
KNK`ê destnîşan kir ku ji bo xebatên wan ên ji bo yekkirin û xurtkirina dîplomasiya Kurdistanê mezintir bibe ev tişt anî ziman:
"Em ê hewl bidin ku hemû hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê de kom bikin û xurt bikin.
Her wiha KNK’ê wê bê rawestan ji bo armanca mezin a yekîtiya neteweyî û niştîmanî dê kar û xebatên xwe berdewam bike. Em niha di nava hewldaneke mezin de ne.