Huseyîn Aykol di 70 saliya xwe de koça dawî kir

Mamosteyê çapemeniya azad, rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol, di 1'ê Çileya sala nû de koça dawî kir. Aykol, ji 70 salên emrê xwe jê 36 sal ji bo çapemeniya azad, ked da. Tevî ku Aykol 12 salan di girtîgehên Tirkiyê de mabû jî, lê wî dest ji karê xwe yê rojnamevaniyê berneda.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnamevan û nivîskar Huseyin Aykol ê ku di 14'ê cotmeha 2025'an de li Enqereyê xwîn ketibû ser mêjiyê wî, di 1'ê çileyê de koça dawî kir.

Aykol 51 salan karê rojnamevaniyê kiribû

Aykol ku 51 salan di nava kevneşopiya çapemeniya azad de ji bo azadiya xweîfadekirinê û mafên mirovan têkoşiya, di 70 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Di sala 1956’an de li gundê Poyrazdamlari yê navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji dayik bû. 51 salên xwe bi weşangerî û rojnamevaniyê derbas kir. Ji van 51 salan jî 36 salan di nava çapemeniya azad de cih girt.

Huseyîn Aykol 12 salan di girtîgehên Tirkiyê de mabû

Bi giştî 12 salan di girtîgehê de ma û li qereqol û girtîgehan hem bû mexdûrê îşkence û binpêkirinên mafan hem jî bû şahidê wê.

Serpêhatiya jiyanê ya Aykol ku bi evîneke mezin girêdayî wê bû, şahidiyên wî, nivîs û gotinên wî bûn heqîqet.

Piştî Koleja Îzmîrê xelas kir 3 salan li Zanîngeha Enqerê di Beşa Tipê û dîsa di heman zanîngehê de  4 sal jî li Fakulteya Zanistên Civakî xwend.

Beriya bûyerên 12ê Îlonê di weşanxaneya Serê de tercimanî û edîtorî kir.

Kovara Teorî û Pratîkê bi tirkî çap kir. Di serdema 12ê Îlonê de nêzîkî 10 salan di girtîgehê da ma dûv re dîsa vegeriya karê rojnamevanî û weşangeriyê.

Di saziya rojnameya Rastiya Gel a ku di salên 90`an de hatibû weşandin, xebitî.

Di rojnameyên Ozgur Ulke, Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî, Yenî Yaşam de jî xebatên xwe domand.

Aykol, di serpêhatiya xwe ya çapemeniya azad de yek kêliyê jî paşve gav neavêt.

Aykolî piranî li ser edîtoriya nûçeyên jiyanê kar kiriye lê di hin rojnameyan de karê gerînendetiya weşanên giştî kiriye, werger û berhemên wî yê mafên nivîskariyê hene.

Di 1990'î de Aykol li Şamê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû

Aykol, di salên 1990’î de li Şamê bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û li Qendîlê jî bi kadroyên pêşeng ên PKK’ê re hevpeyvîn kir û di wan şertên giran de mohra xwe li xebatên serkeftî da.

Aykol, di sala 2024’an de ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin, pirtûka “Dîroka Çapemeniya Azad (Özgür Basın Tarihi)” nivîsand û serpêhatiya Çapemeniya Azad a 34 salan vegot.

Aykol, bû hevrêyê Apê Mûsa û tevî her cureyên zext û zehmetiyan jî mîrateya rojnamegerên hatine qetilkirin domand.

Ji aliyê din heval û hempîşeyên Aykol dê li sê bajaran şîna mamosteyên xwe bigrin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê li bajarên Amed, Wan û Stenbolê di 5’ê çileyê de, şîna Aykol deynin û sersaxiyan qebûl bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye