Komeke, xwe weke Ocaxên Îdealîst (Ulku Ocaklari) bi nav dike, li kampusa Zanîngeha Hacettepe ji bo merasîma "dewr kirina peywîrê" kom bûbûn.
Piştre bi durişmeyên nijadperest, bi tiştên tûj ên wekî kêr û şûr êrîşî xwendekaran kirin. Di encamê de kesek birîndar bû.
Xwendekarê birîndar rakirin nexweşxanê û hevalên wê jî ji bo serdana wî berê xwe dan nexweşxanê.
Polîsan xwendekarên ku gihîştin nexweşxaneyê binçav kirin. Li gorî agahiyan, nêzîkî 40 xwendekar hatine binçavkirin.