Li gorî bernameya Ofîsa Çapemeniyê ya Vatîkanê, Papa pêşî di 27'ê Mijdarê de li Enqerê hevdîtinên fermî bike û êvarê biçe Stenbolê.
Papa dê di 28'ê Mijdarê de ji Stenbolê ber bi Îznîkê ve biçe da ku beşdarî merasîmên bîranîna 1700 saliya Konseya Yekem a Îznîkê bibe.
Papa dê di 29'ê Mijdarê de serdana Mizgefta Sultanahmet bike û piştre bi civakên Xiristiyan ên li Stenbolê re bicive.
Di 30'ê Mijdarê de, Papa dê ji Stenbolê ber bi Beyrûtê, paytexta Lubnanê ve biçe û bi rayedarên fermî û olî yên li welatê Lubnanê re bicive.
Di roja dawî de li Beyrûtê, Papa dê serdana Menşea Beyrûtê, cihê teqîna mezin a 4'ê Tebaxa 2020'an bike.
Tê payîn ku Papa Leo XIV serdanên xwe yên li Beyrûtê êvara 2'yê Kanûnê biqedîne û vegere Romayê.