Mihemed Mistefa: Avakirina dewleteke Filistînî pêwîste

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa eşkere kir ku peymana agirbestê ya li Şerîda Xezzeyê pêdivî ye, lê bi tena serê xwe têrê nake.  Mistefa tekez kir ku avakirina dewleteke Filistînî, pêwîste.

Mihemed Mistefa diyar kir ku hin welatan agirbesta li Xezzeyê, wekî şertek ji bo naskirina dewleta Filistînê pêşniyar kirin.

Mistefa da xuyakirin ku ji ber aloziyên li ser serokatiya Komîteya Îdarî ya Şerîda Xezzeyê, nakokiyên di navbera Filistîniyan de,  ji nû ve derketine holê.

"Îsraîl sê Filistînî kuştin "

Rayedarên Îsraîlê ragihandin ku îro, wan operasyoneke leşkerî li bakurê Şerîaya Rojava ya dagirkirî pêk anî û di encamê de, sê Filistînî kuştine.

Raydaran ew wekî "çekdar" bi nav kirin.

Polîsên Îsraîlê ragihandin ku ew sê zilam dema ku ji şikeftekê li nêzîkî bajarê Cenînê derdiketin, hatine kuştin. Polîsan anî ziman ku wan êrîşek terorîstî plan dikirin.

"Xaça sor termê rehînekî mirî radestî hêzên Îsraîlê kirin"

Li aliyeke din, Nivîsgeha Serokwezîr Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got ku Xaça Sor termê rehînekî mirî,  radestî hêzên Îsraîl û hêzên ewlehiya navxweyî yên li Xezzeyê kirine.

Nivîsgehê da zanîn ku term, wê ji Îsraîlê re were veguhestin da ku nasnameya wan were naskirin û bi fermî malbata qurbanî were agahdarkirin.

Di heman mijarê de, Netanyahu anî ziman ku Hamasê beşên din ên termên rehîneyekî mirî ku berê ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatibûn dîtin, radest kirine.

Yedioth Ahronoth: Hamas dikare herî kêm heşt termên dîlan vegerîne

Rojnameya Yedioth Ahronothragihand ku berpirsên Îsraîlî texmîn dikin ku Hamas dikare herî kêm heşt termên dîlan vegerîne.

"Eger Hamas termên rehîneyan venegerîne, Îsraîl pênc vebijarkan dinirxîne"

Her wiha Rojnameya Jerusalem Post jî, destnîşan kir ku eger Hamas termên rehîneyan venegerîne, Îsraîl pênc vebijarkan dinirxîne. Ew vebijarek jî,evin:

Berfirehkirina çarçoveya kontrola operasyonel, zêdekirina arastekirî, operasyonek ji bo vegerandina termên dîlgirtiyan, zexta dîplomatîk û bidawîkirina peymanên heyî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye