Li Wanê di encama qezayekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê qezayek çêbû, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Qeza li ser rêya Colemêrgê ya nêzîkî Bendava Zernekê rû da.

 Li gorî çavkaniyan duh êvarî tankereke sotemeniyê, li nêzîkî Bendava Zernekê piştî ku ji rê derket li erebeyekê qelibî.

Heman çavkaniyê ragihand ku erebe bi temamî şewitiye û kesên têde asê man.

Hat eşkerekirin ku  tîmên rizgariyê bi lez hatine cihê bûyerê û kesên di nav erebê de asê mabûn rakirin nexweşxaneyê.

Di encama vê qezayê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn ku ji wan 3 zarok bûn. Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane nehate zelalkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye