Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, rola Kurdan di dosyaya Îranê de, rexne kir.
Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û îdea kir ku Amerîkayê çek dane Kurdan da ku li hindirê Îranê were bikaranîn, lê li gorî wî Kurdan ev çek radest nekirine û ligel xwe hiştine.
Daxuyaniyên Trump di demekê de tên ku rageşiya herêmî bilind dibe, di gel cudahiya helwestan derbarê pêşeroja şerê Amerîka û Îranê de.
Adara borî, Hikumeta Başûrê Kurdistanê, hebûna planekê bo çekkirina Kurdan li hindirê Îranê red kiribû û tekez kiribû ku ev rapor, ti rastiya xwe tune ye.
Lê hin çavkanî dibêjin ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çek ji Amerîkayê wergirtine, lê ew depo kirine û bi kar neanîne, her wiha ew neşandine nava Îranê.

KNK: Li dijî Kurdan planek tê meşandin
Girêdayî mijarê, KNK'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Donald Trump da û diyar kir ku gotinên Trump Kurdan dike hedef û hişyarî da ku li dijî Kurdan planeke nû tê kirin.
KNK`ê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku di daxuyaniyên Trump de tohmetên giran li dijî Kurdan tên kirin û desnîşan kir ku hin hêzên xêrnexwaz planekê li dijî Kurdan dimeşînin.
KNK: Divê mijara çekkirina Kurdan ji aliyê Amerîkayê ve were zelalkirin
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev helwest tevahiya Kurdan di bin tohmetê de dihêle û peywendiyên Kurd û Amerîkayê xira dike.
Ev bûyer çiqas raste yan na, ne diyar e û divê bê zelalkirin.
Em dizanin partî û rêxistinên endamê KNK’ê, di nava karekî bi vî rengî de nînin û nektine nava karekî bi vî rengî jî. Agahdariya me jî ji vî karî nîne.”
KNK’ê, bang li Trump kir ku ji tewanbarkirina hemû Kurdan dûr bisekine û daxwaz kir ku bi zelalî eşkere bike ka ew bi kîjan komên Kurdan re xebitîne.
Di daxuyaniyê de, her wiha ji komên Kurdan ên ku bi tohmetan hatine hedefgirtin, hat xwestin ku daxuyaniyeke giştî bidin.
KNK’ê di dawiyê de, destnîşan kir ku her çend Kurdan di çarçoveya têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de bi hêzên navneteweyî re têkiliyên dîplomatîk pêş xistine jî, ew ne noker û leşkerên ti hêzekê ne û Kurd dê li gorî îradeya xwe ya siyasî û nirxên xwe yên mirovî tevbigerin.