Mesûd Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê sembola berxwedanê ne

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermadarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî û Tevgera Jinên Azad, bi peyamên cuda Leyla Qasim bi bîr anîn. Aliyên ku daxuyanî dan destnîşan kirin ku Leyla Qasim û hevalên wê, dê her tim di wîjdanê Kurd û Kurdistaniyan de zindî bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya salvegera 52`yan a şehîdbûna Leyla Qasim û hevalên wê, gelek aliyan peyam parve kirin.

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê X`ê bi boneya salvegera şehîdbûna Leyla Qasim û hevalên wê, peyamek belav kir û wiha got:

"Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe, bi wêrekî canê xwe gorî kirin.

Leyla Qasim û hevalên wê ji bo hemû azadîxwazên Kurdistanê bûn mînak û sembola berxwedanê.

Em silavan ji rihê wan ê pak û rihê hemû şehîdên rêya azadiyê re dişînin."

Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim pêşenga jinên Kurdistanê bû

Her wiha Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, bi boneya şehîdbûna Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û wiha axivî:

"Leyla Qasim ne tenê semboleke neteweyî ye, ew di heman demê de meşaleya hişyariyê û pêşenga jinên Kurdistanî bû.

Leyla Qasim bi berxwedana xwe ya bêhempa ya li girtîgehê û li ber sêdarê, îsbat kir ku jina Kurd xwedî îradeyeke polayî ye û amade ye ku di rêya azadî û rûmeta gelê xwe de canê xwe gorî bike.”

TJA: Leyla Qasim Bûka Kurdistanê û nemira doza azadiyê ye

Li Bakurê Kurdistanê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê jina şoreşger û pêşeng a Kurd Leyla Qasim bi bîr anî.

TJAyê da zanîn ku Leyla Qasim di dîroka Kurdistanê de wekî “Bûka Kurdistanê” û nemira doza azadiyê tê naskirin.

Tevgera Jinên Azad di daxuyaniya xwe de, Leyla Qasim weke sembola vîna neteslîmbûnê pênase kir û wiha anî ziman:

“Leyla Qasim, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de yek ji sembolên vîna neteslîmbûnê ye.

Em bi rêzdarî û minetdarî Leyla Qasim bi bîr tînin.

Ew ê di berxwedana me de her bijî.”

Mazlûm Ebdî: Em ê li ser şopa Bûka Kurdistanê têbikoşin

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Xê Leyla Qasim bi bîr anî û got:

“Leyla Qasim, keça Başûrê Kurdistanê, mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd e, ku bi hevalên xwe re rûmeta Kurdan parast.

Em Leyla û hemû jinên ku di rêya azadiyê de canê xwe dane, bi bîr tînin.

Em ê li ser şopa “Bûka Kurdistanê” têkoşîna azadiyê bidomînin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye