Li gorî agahiyên polîsên Pênciwên parve kirîye, kesê hatî kuştin bi navê Yunus Emeryê temenê wî 40 salî ye.
Hate ragihandin ku Yunus Emer ji xelkê gundê Suwrawe û bavê 5 zarokan bû.
Hat zanîn ku berî sê rojan Yunus Emer piştî ku ji malê derdikeve, êdî agahî jê nayê girtin.
Îro jî cenazeyê wî li gundê Badelan yê Pênciwên hat dîtin û li ser cenazê şopa du guleyan hebû.