Hat ragihandin Elanûr Çakir, di 13’ê Mijdarê de di saet derdora 17.40’an de ji malê derdikeve û cardin agahî jê nayê girtin.
Malbata wê serî li rayedaran da û ji bo dîtina Elanûr Çakir xebatên lêgerînê dest pê kirin.
Tevî hemû lêgerînan jî heya niha ti encam nehatiye bidestxistin.
Rexmî ku ev 3 rojin xebatên lêgerînê didomin malbata bi êş hê jî li benda agahiyek başin. Xebatên lêgerînê hîn jî didomin.