Li bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê, rêvebir û cîgira rêvebira dibistanekê, hatin cezakirin.
Li gorî agahiyan, rêvebiriya perwerdeyê ya bajarê Ciwanroyê Zeytûn Kehzadî, rêvebira dibistana seretayî ya keçan a Fîrdewsiyê û cîgira wê Mêhrî Xusrewîzade, hatin cezakirin.
Sedema cezayê ew e ku xwendekaran, bi hevkariya mamoste Mêhrî Xusrewîzadeyê, ji bo bibîranîna komkujiya Helebceyê sirûda ”Rêya Xebatê” xwendine.
Zeytûn Kehzadî ji erka rêvebiriyê hat dûrxistin û pileya mamostetiyê ya Mêhrî Xusrewîzadeyê jî pileyek hat kêmkirin.
Li gorî heman agahiyan, bi her du mamosteyan re, peymanek hatiye îmzekirin ku careke din rê nedin çalakiyên bi vî rengî, li dibistanê bên lidarxistin.