Li Dêrazorê 3 bazirganên madeyên hişbirê hatin binçavkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 3 bazirgan madeyên hişbirê binçav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê 3 bazirgan û bikarhînerên madyên hişbirê hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê  8`ê Tebaxê li kantona Dêrazorê 3 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê binçav kirin.

Binçavkirina 3 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê bi biryara Dozgeriya Giştî û piştî serdegirtina malên wan pêk hat."

Li gorî dauxyaniyê, di serdegirtina malên wan de miqdarek çek û madeyên hişbirê hatin desteserkirin û hersê kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wê operasyonên li dijî bazirganên medayên hişbirê û rêgirtina li ber nexweşiya ku ewlehiya civakê û silametiya ferdên wê tehdîd dike, bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24