Li gundê Şêxler ê Kobanê çekdaran êrîşî bendên kontrolê yên hevbeş kirin

Piştî rêkeftinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de çêbûn, li gundê Şêxler ê Kobanê bendên Kontrolê yên hevbeş hatin danîn. Piştî ku bend hatin danîn komên çekdar ji aliyê Cerablusê ve êrîş birin ser van gundan û di encamê de hin ji wan birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 29'ê çileya 2026'an de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de peymanek hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de li gundewarê Kobanê nuqteyên kontrolê yên hevbeş hatin avakirin.

Yek ji bendên kontrolê yên hevbeş li gundê Şêxlerê hat danîn.

Lê piştî danîna bendên kontrolê li gundê Şêxler ê Kobanê komeke çekdar êrişî bendên kontrolê yên hevbeş kirin.

Li gorî çavkaniyan ev êrîş ji aliyê komeke çekdar ê Emşatan ve, ji aliyê Cerablusê ve bi silogana Alah û Ekber hatiye kirin.

Hêzên Asayîş û Hêzên Ewlekariya Giştî bersiv dan van êrişan û di encamê de hin ji êrişkaran birîndar bûn.

 

Li gundê Cexer ê başûrê rojhilatê Kobanê 3 kes hatin revandin

 

Li gel van êrîşan li gundewarên Kobanê gelek bûyerên revandin,dizî û talanê jî rû dan.

Di 4'ê Adarê de 3 kes ji gundê Cexer ê li başûrê rojhilatê bajarê Kobanê û başûrê rêya M4, hatin revandin.

Çavkaniyan got komekê ku xwe weke hêzên ewlehiya giştî pênase dikir, her sê kes ber bi cihekî ne diyar ve birine û heta niha agahî ji wan nayên girtin.

Li kêleka van bûyeran di 5'ê Adarê de komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji Kobanê vekişiyan.

Lê beriya ku ji gundewarên Kobanê vekişin, 74 gund talan kiribûn.

Ev pêkanînên ku tên kirin di nav civakê de, derbarê rekeftina hatiye kirin û pêkanîna wê de gumanan ava dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye