Li Peymangeha Teknolojî ya Teknîkî ya li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, panelek bi sernavê 'Li gorî pîvanên pîşeyî, berpirsyariya medyayê di serdemên krîzê de' hat lidarxistin.
Di panelê de mamostayê zanîngehê Dr. Hekîm Osman Hemîd, parlamentera Parlamentoya Herêma Kurdistanê Prof. Dr. Sara Muhsîn Berzincî û serokê Rêxistina Çavdêriya Medyaya Kurdî Prof. Dr. Şwan Adem Aîvas, beşdar bûn.
Di panelê de hejmareke rewşenbîr û xwendevan jî amade bûn.
Di destpêka panelê de, pisporê warê medyayî Dr. Hekîm Osman behsa pirsgirêkên medyaya Kurdî kir û wiha got:
"Bandora medyayê li ser hemû qadên jiyana mirovan mezin e, û gelek caran dibe çavkaniya sereke ya ji bo biryardana civakê.
Lê gava ku welat dikeve di rewşa şer de, divê erka ragihandinê were guhertin û bibe berpirsyarî, ji ber ku her peyameke nerast dibe sedema tirsê û têkbirina aramiya derûnî ya welatiyan."
Hekîm Osman diyar kir ku lezûbeziya di weşandina nûçeyan de, bûye sedem ku aliyên teknîkî û zimanî werin paşguhkirin.
Her wiha Dr. Hekîm Osman got ku erka sereke ya medyayê hêsankirina agahiyan e, pêwîste ku her kes jê fêm bike, divê bi peyvên biyanî û aloz jî neyê weşandin.
Piştre Dr. Sara Muhsîn da zanîn ku medyaya herêmê hîna di bin bandora raman û yasayên kevin de ye.
Dr. Şwan Adem Aîvas jî behsa yasayan kir û wiha lê zêde kir:
"Parlamentoyê di dîroka xwe de 419 yasa derxistine, lê yasayên taybet bi medyayê pêdiviya wan bi sererastkirinê heye.
Pirsgirêka herî mezin nebûna yasayeke taybet a ji bo medyaya civakî ye."
Di dawiyê de Dr. Şwan Adem Aîvas tekez kir ku Medyaya wan li şûna ku serbixwe be, bûye neynika desthilatdaran û ketiye di bin bandora partiyan de.