Kampa Newroz li Dêrikê, ji ber lehiyê zirar dît

Kampa Newroz a li Dêrikê ji ber barana ku ji duh ve dibare, tijî av bûye. Rêveberiya Xweser ji malbatên mexdûr, komîteyeke rewşa awarte ava kir û vê komîteyê dest bi tespîtkirina zirarên welatiyan kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber barana dijwar a ku ji duh ve li herêmê dibare, konên kampa Newroz a li bajarê Dêrikê tijî av bûne.

Ji ber ku kon bi lez hatine danîn û erdên wan bi betonê nehatine sererastkirin, ava baranê derbasî piraniya konan bûye ku hejmara wan 100 konên nû ne. Ev jî bû sedem ku zirar li konan bibe.

Komîteyên rewşa awarte dest bi tespîtkirina ziraran kiriye.

Bi armanca şopandina rewşa koçberan komîteyeke rewşên awarte hat avakirin. Komîte ji 10 endamên Rêveberiya kampê û nûnerên 5 komînên kampê pêk tê.

 

Ji bo tespîtkirina zirarên welatiyan, komîteyeke awarte hate avakirin

 

Komîte li tevahîya kampê geriya û zirar tespît kir. Koçberan bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin, çareseriyan ji rewşa wan re peyda bikin û binesaziya kampê baş bikin.

Kampa Newroz ji bo koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên ku ji ber êrîşên Çileya îsal ji herêmên Reqa û Tebqayê hatine, bi awayekî lezgîn hatibû vekirin. Li kampa koçberan, koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî jî hene.

Hejmara malbatên koçber ên li Kampa Newroz, hezar û 165 malbat e (5 hezar û 896 kes e).

Di heman demê de, Koçberên li kampên Serê Kaniyê û Waşûkanî yên li bajarê Hesekê, ji ber barana dijwar a ku roja Şemiyê dest pê kiriye û heta îro jî berdewam dike, bi şert û mercên dijwar re rû bi rû ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye