Li Îranê bi awayekî rojane zext li ser girtiyên siyasî têne kirin û herî dawî jî mafê nexweşan di girtîgehan de ji bo dermankirina wan tê qedexekirin.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî da xuyakirin ku rewşa tenduristiyê ya 4 girtiyên siyasî, roj bi roj xirabtir dibe û berpirsên girtîgehê rê nadin ku ew girtî dermanan bistînin an jî ji bo nexweşxaneyê bêne rakirin.
Hiqûqnas daxwaza azadkirina girtiyên siyasî li îranê dikin
Her wiha hiqûqnas û çalakvan, ji Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din yên navnetewî xwestin ku ji bo serbestberdana wan girtiyan, demildest bikevin nav tevgerê.
Dermankirina 3 jinên girtî li Îranê tê astengkirin
Hûda Mêhrganfer endezyarek robotane, bi nexweşiya endometrioma ketiye û tenduristiya wê xirabtir bûye.
Ji ber taya giran, êşa kronîk û xeteriya qetîna kîs û enfeksiyona hindirîn li ser heye.
Her wekî din jî, Şîwa Îsmaîlî, girtiyeke siyasî ya Îranî ye, êşeke giran li pişta wê heye.
Rêjîma Îranê bi hincetên cûda tedawîkirina nexweşan qedexe dike
Tevî erêkirina bijîşkan jî ji bo dermankirina wan li nexweşxaneyê, lê rayedarên girtîgehê bi hincetên cûrbicûr rê li ber rakirina wê ji bo nexweşxaneyê digirin.
Şîwa Îsmaîlî bi tohmeta propagandaya li dijî dewletê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye girtin.
Her wiha siyasetmedara Îranî Fatma Ziyayî jî, tevî xirabûna tenduristiya wê jî, ew ji tedawî û dermankirinê bêpar hatiye hiştin.
Mihemed Elî Ekberî Munferîd girtiyekî siyasî ye, her du lingên wî felc bûn û nikare bimeşe.
Her wiha nexweşiya dil, nexweşiya mejî û şekir jî bi Mihemed re hene.
Doktoran hişyarî dane ku ji ber berdewamiya girtinê, dibe ku di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide û nikaribe li gorî şert û mercên girtîgehê tevbigere.