Parêzger Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyek wezareta dadê kir

Şandeyeke Wezareta Dadê ya Hikûmeta Veguhêza a Sûriyê serdana Hesekê kir. Şandeyê bi parêzgar Nûredîn Ehmed re civiya û li ser entegreya saziyên dadweriyê nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke wezareta dadê ya Hikûmeta Veguhêza a Sûriyê kir.

Şande ji serokatiya cîgirê giştî yê serokkomariya Hikûmeta Veguhêza a Sûriyê Hesan Turbe, endamê wezaretê dadê Mihemed Nasir û nûnerê serokê Hikûmetê Ehmed Hîlal pêk tê.

Ev serdan di çarçoveya peyama 29'ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêza a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê de ji bo bicihanîna entegrekirina saziyên dadweriyê yên parêzgeha Hesekê hat kirin.

Tê payîn ku şande serdana avahiya dadê ya li bajarê Hesekê jî bike.

Duh jî şandeyek ji Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel, bi serokatiya Dr. Mihemed El-Ehmed, li baregeha Parêzgeha Hesekê bi Parêzgar Nûreddîn Ehmed re civiya.

Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necma ragihand ku civîn erênî derbas bû.

Her wiha destnîşan kir ku wan li hev kirin ku dest bi amadekariyan bikin ji bo destnîşankirina endamên komîteyên şaxî nav parêzgehê de ku ew ê berpirsiyarê destnîşankirina endamên desteyan hilbijartinê bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye